Astana..Projeya 4 navçeyên ewle hate imzekirin

Ajans-KDP.info- Rûsya, Tirkiye û Îran di dawiya civînên Astanayê de projeya 4 herêmên ewle li Sûriyeyê imzekirin.
Di hevdîtinên Astanayê de Tirkiye, Rûsya û Îran a welatên garantor li ser mijara li Sûriyeyê avakirina "herêmên bêpevçûn" peyman îmze kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Kaxistanê Kayrat Ebdurahmanov garantorên agirbesta li Sûriyê li hev kirine ku di çarçoeveya memorandumê de yek li Idlibê, yek li bakurê Himsê, yek li Gutaya Rojhilat yek jî li başûrê welêt dê 4 herêmên bi ewle dê bên avakirin.
Hat gotin ku li gorî pêşnûmaya memorandumê divê heta 22ê Gulanê cihên herêman navborî li ser nexşeyên bêne eşkerekirin.




