Parlamentoya Iraqê: Divê hêzên biyanî ji Şingalê derkevin

Bexda-KDP.info- Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de biryar li ser derxistina her hêzeke biyanî ku bibe sedema çêkirina metirsiyê li ser welatên derdorê. Parlemanterekî PDKê jî eşkere dike ku parlamentoyê daxwaza qerebûkirina kesan dike ku ziyan ji bombebarana Tirkiyê dîtine.
Xoşewî Xelîl Parlemanterê PDKê li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “2 beyaname ji aliyê komîteya asayiş û bergiriyê û komîteya pêwendiyên derve ve hatibûn amadekirin û di civîna îro de ew beyanname hatin gotûbêjkirin. Di wan beyannameyan de bombebarana balafirên Tirkiyê li ser çeperên Hêzên Pêşmerge hat şermezarkirin û daxwaz ji Tirkiyê hat kirin ku bûyerên wiha dûbare neke û xelkê Şingalê û Hêzên Pêşmerge neke armanca xwe. Herwiha derbarê wê bûyera ku hejmareke Pêşmerge tê de şehîd û birînda bûne, biryar e Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê bo parlamentoya Iraqê bê vexwendin da ku gotûbêj li ser wê bûyerê bê kirin.”
Xelîl wiha got: “Parlemantoya Iraqê daxwaz kir ku qurbaniyên wê bombebarana Tirkiyê bên qerebûkirin û her hêzek ku ziyanê bighîne asayişa welatên navçeyê ji axa Kurdistanê û Herêma Kurdistanê derkevin.”




