Nûnerê Trump: Tirkiye hevahengî ligel me nekiribû..Em ji ber wê êrişê dilgiran in

Ajans-KDP.info- Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand, Tirkiye li gel Amerîka û hevpeymaniyê hemahengî nekiriye ku vê êrîşê pêk bîne.
Brett McGurk di derbarê bombebarana Şingal û Rojavayê Kurdistanê de li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kiriye û destnîşan kiriye ku ji ber ku di bombebarana Tirkiyê de, pêşmerge şehîd bûne ew dilgiran in.
McGurk diyar kir: “Em ji ber êrîşên li Bakurê Sûriyê û li bakurê Iraqê pir nîgeran in. Tirkiye li gel Amerîka û hevpeymaniyê hemahengî nekiriye ku ev êrîşê pêk bîne. Me li ser vê mijarê dilgiran in xwe rasterast gihandin hikûmet Tirkiyê jî.”
Herwiha Brett McGurk peyama Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kir û di peyamê de amaje bi şehîdbûna pêşmerge hatiye kirin û dibêje: “Ew êrîş, bûne sedema jiyana xwe ji destdayina hevpeymanên me yên li dijî DAIŞê, hêzên pêşmerge.”




