10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Misirê teqînek di nava Xristiyanan de çêbû: 25 kes mirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Li bajarê Tenta ya Misirê li hember dêrekê krîstiyanan êrîşeke bi bombe pêk hat û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 71 kes jî birîndar bûn.

Li li bajarê Tanta yê bakurê Qahîreyê di Dêra Azîz George de teqînek çêbû.

Teqîn di dema pîrozbahiyên roja hatina Hz. Îsa ya Qûdsê de pêk hat ku krîstiyan vê rojê weke Yekşema Bexteweriyê dibînin.

Wezareta Tendurustiya Misirê ragihand, ku di êrîşê de 25 kesan jiyana xwe ji dest daye û 71 kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar