Hikûmeta Kurdistanê piştgiriya êrişa Amerîka li Sûriyê kir

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê helwesta fermî ya xwe ya derbarê êrişa Amerîkayê li dijî Sûriyê aşkere kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, hêvî dike ku ew êriş bibe sedemek ku êrişên hevşêweyên Xan Şêyxûnê dubare nebin.
Amerîkayê duhî Înê saet 04:00 li gor dema Hewlêrê êrişeke mûşekî li dijî Sûriyê pêk anî. Di vê êrişê de, Artêşa Amerîkayê ji her du gemiyên xwe yên USS Porter û USS Ross ve ku li rojhilatê Deryaya Spî ne, 59 mûşekên Tomahawk avêtin Binkeya Esmanî ya Elşehîrat a li parêzgeha Hums a Sûriyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser êrişa Amerîkayê bo ser Sûriyê ragihand.
Di daxuyaniya xwe de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Gelê Kurdistanê gelek êş ji destê rejîma Beis a herrifî dîtiye û yek ji wan êş û karesatên herî mezin jî, karesata kîmyabarankirina Helebceyê bû, ku di çend çirkeyan (saniyeyan) de pênc hezar kes kirin qurbanî.”
Herwiha tê gotin: “Eger wê demê civaka navdewletî bêdeng nebay û pêngavên pêwîst avêtiba, dibû ku biba sedemek heta ku ew cure tawanên nemirovane dubare nebin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrişa Xan Şêyxûnê şermezar dike û hevxemî û hevsoziya xwe bo kesûkarên qurbaniyên wê êrişî radigihîne û dibêje: “Di çend rojên dawî de me dît, li Sûriyê çekên kîmyayî li dijî xelkê sivîl ê bajarê Idlibê hat bikaranîn, ew tawan hemû ew birîn anîne bîra me ku di dawiya salên heştê (80) yên bihorî de li hember gelê Kurd hatin encamdan.”
Derbarê êrişa mûşekî ya Amerîkayê bo ser Binkeya Esmanî ya Elşuheyrat jî, di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Herêma Kurdisyanê bi pêwîst dizane ku civaka navdewletî ji bo rêgirtin ji dubarebûna wan tawanan, pêdeçûneke ciddî bike û hêvî dike, ku ev pêngava ku ji aliyê hêzên amerîakyê ve ji bo rêgirtin û bersivdana wan cure kiryarên nemirovane hatiye avêtin, bibe sedemek ku tawanên bi wî awayî dubare nebin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, tê gotin, ku pêwîst e bi şêweyekê ciddî hewl were dayîn, çareseriyeke bingehîn ji bo wê alozî û rewşa nebaş a ku li Rojhilata Navîn heye, were dîtin.




