Balafirên Esed bi gaza kîmyayî li Idilê dan- 90 kuştî û 200 birîndar hene

Ajans-KDP.info- Balafirên rêjîma Sûriyê bi gaza kîmyayî li bajarê Idliba Sûriyê dan û di encamê de heta niha herî kêm 90 kuştî û 200 birîndar hene.
Torên civakî yên Sûriyê wêneyê bi dehan jin û zarokên ji ber gaza jehrî ketine belav kirin û diyar kirin, ku ev kes ji ber gaza sarîn li bajarê Idlibê hatine kuştin.
Li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşeke bi çekên kîmyewî de 90 kesan jiyana xwe ji dest dane û 200 kes jî birîndar bûne.
Şahidên bûyerê dibêjin di êrîşê de gaza sarîn a kîmyayî hatiye bikaranîn.
Bajarê Idlibê niha di destê opozîsyona Sûriyê de ye û Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê hewla kontrolkirina bajêr dide.




