10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Rûsya teqîn- 10 kuştî û 50 birîndar hene

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Li bajarê San Petersbûrga Rûsyayê li rawestgaheke metroyê teqînek pêk hat û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ajansa Rûsyayê li rawestgaha Senaya bajarê San Petersbûrgê teqînek çêbû. Hete gotin, ku di encama teqînê de 10 kesan jiyana xwe jidesty daye û 50 kes jî birîndar bûne.

Piştî teqînê hêzên hawarhatinê gihiştine rawestgahê. Li San Petersbûrgê hemû rawestgahên metroyê ji hatinçûnê hatine girtin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî got; “Dibe ev êrîşeke terorîstî be, lê li ser hemû egeran lêkolîn tê kirin.

Nûçeyên têkildar