10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Eşîrên ereb ên Mûsilê: Serxwebûn mafê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

 

Mûsil-KDP.info- Eşîrên ereb ên Mûsilê daxwaza cudabûna Kurdistanê dikin û radighînin serokê parlamentoya Iraqê kesek kirêgirtî ye. Herwiha dibêjin, ji mafê Herêma Kurdistanê ku ji Iraqê cuda bibe.

Berdevkê fermî yê eşîrên ereb ên parêzgeha Nînowa Şêx Muzahîm Ehmed daxuyaniyek da û bersiva dengdana parlamentoya Iraqê ji bo daxistina ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê da û ragehand, dengdan bi tehrîka aliyên derve ve pêkhatiye û ‘’Mafê Kurdistanê heye li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî ala Kurdistanê bilind bike û serbixwe be.’’
Li gor Şêx Muzahîm Ehmed balyozê Îranê li Iraqê pişt biryara parlamentoya Iraqê bû û serokê parlamentoyê Selîm Cibûrî jî kesek kirêgirtî û alîgirê Nûrî Malikî ye.
Daxuyaniyê de hat gotin, Eşîrên ereb ên Mûsilê, Kerkûk û hemû ew navçeyên ku ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine rizgar kirin beşek ji axa Kurdistanê dibînin û daxwazê ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dikin, cudabûna Herêma Kurdistanê rabighîne.
Eşîrên ereb ên Nînowa ku beşek ji wan ketine nav axa Kurdistanê, xwe wek Kurdistanî pênase dikin û di daxuyaniyê de amaje bi vê yekê dikin ku ew amade ne biçin Kerkûkê û li hember wan grub û aliyên dijî Kurdistanê ne rawestin, ku hewl didin nêzîkî Kerkûkê û navçeyên din bibin.
 

Nûçeyên têkildar