10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pentagon: Hebûna 100 hezar çekdarên Şîe li Iraqê metirsîdar e

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info- Fermandarê serkirdayetiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Steven votel ragehand ku, hebûna zêdeyî 100 hezar Şîiyên çekdar li Iraqê cihê metirsiyê ye.

Di gotarekî xwe ku, li civîna Kongiresa Amerîkayê hate pêşkêşkirin Fermandarê serkirdayetiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ceneral Steven votel ragehand ku, hebûna zêdeyî 100 hezar Şîiyên çekdar li Iraqê cihê metirsiyê ye , nemaze ku, ew mîlîşyat piştgiriya xwe ji Îranê werdigrin.
Ceneralê Amerîka derbarê pirsa ku, çawe ew çekdarên Şîe wê tevlî dezgehên fermî yên Iraqê bibin piştî bidawîbûna DAIŞê got ku, niha welatê wî ligel Hikumeta Iraqê pilana tevlîbûna wan di nav hêzên fermî de pêktînin.
Ji aliyê xwe jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tekez kiribû ku, ew li gel Amerîkayê bi rêya balyozxaneya wê ya li Bexda kar li ser tevlîbûna hêzên Şîe dikin, da zanîn ku, ji bo vê yekê komîteyeke taybet hatiye pêkanîn.
 

Nûçeyên têkildar