Amerîka hêzên din dişîne Rojhilata Navîn

Ajans-KDP.info- Amerîka hêzeke nû dişîne Rojhilata Navîn û li gorî agahiyan hejmara wan hêzan 200 kes e. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî piştgriya xwe ji bo mana beşek ji hêzên Amerîkayê li Iraqê aşkere kir.
Li gorî zanyariyan, Amerîkayê biryar daye ku bi armanca bihêztirkirina hêza xwe ya leşkerî li devera Rojhilata Navîn, 200 serbazên din ên xwe bişîne wê deverê.
Çavkaniyekî serbazî yên amerîkî ji kanala televizyoniya Fox Newx a amerîkî re ragihandiye: “Li ser daxwaza Fermandeyê Hêzên Amerîkayê li Iraqê Stephen Townsend, Pentagon du hêzên din ên ser bi Firqeya 82 a Pereşûtvan ku 200 serbazî li xwe digire, li Sûriyê yan jî Iraqê bicih dike.”
Heman çavkaniyê amaje bi wê jî kiriye, ku heta niha diyar nîne, ku Amerîka wê hêza serbazî li kuderê bicih dike.




