10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amnesty: Rêjeya mirina sivîlan li Mûsilê metirsîdar e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Rêxistina lêborîna navnetewî (Amnesty International), li Iraqê di pêşengtiya Amerîkayê de operasyona ji bo Mûsilê tê kirin de ji ber li gor pêwîst tevdîrên parastina sivîlan nehatine girtin hişyar kir.

Rêxistina lêborîna navnetewî ragehand, di êrîşên esmanî de awahiyên ku malbatên sivîl tê de ne bûne armanca êrîşan û di vê derbarê de hin ispat geheştine berdestê wan.

Li gor şahidên bûyeran li bajêr tenê di vê meha borî de bi sedan kesan ji ber êrîşên esmanî jiyana xwe ji dest dane.
Şêwirmendê payebilind ê rêxistina lêborîna navnetewî Donatella Rovera ragehand: ‘’Rayedarên Iraqê cîha ku ji sivîlan re bibêjin herêmê berdin, ji sivîlan re bang kirine ku li malên xwe de bimînin, wa diyare em dikarin bibêjin di êrîşên hêzên hevpeyman de dizanîn dê gelek sivîl bên kuştin û em dikarin encameke waha derbêxin. Bê pîvan û bê ku armancan cuda bike êrîş pêkanîn, dervey pîvanên mafê mirov ên navnetewî ne û dikare wek tewana şer bê hesibandin.’’

Herwaha di raportê de tê gotin, di 17ê adarê de li taxa Celîle ya Mûsilê cîhê ku sivîl lê rûdiniştin êrîş hatin kirin û ji 150 kesan zêdetir mirov hatin kuştin.

Nûçeyên têkildar