Mûsil- DAIŞê 230 sivîl xistin nav xaniyan û teqandin

Mûsil-KDP.info- Fermandariya Operasyonên Hevpeş derbarê li Mûsilê kuştina 230 sivîlan de ragihand, ku DAIŞê ew kes xistine xaniyan û bi bombeyan xanî teqandine. Fermandariyê îdîa kir, ku şahidên vê bûyerê hene û li ser bombebarana firokeyan ti belgeyek nîne.
Fermandariya Operasyonên Hevpeş roja 26ê Adara 2017ê bi daxuyaniyekê ragihand; “Xaniyên li taxa Mûsil Cedîde yên ku tê de sivîl hatibûne kuştin, ji sedî 100 wêran bûne û hemû dîwarên wan bi bombeyan hatine hilweşandin.”
Di daxuyaniyê de Fermandariya Operasyonên Hevbeş îdîa kir, ku şahidê vê bûyerê hene û ew xanî ji aliyê DAIŞÊ ve hatine teqandin, ti belge jî nînin, ku xanî ji aliyê firokeyan ve hatibine bombebarankirin.




