10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

UN ji binpêkirinên PKKê li Rojava dilgiran e

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Neteweyên Yekbûyî, dilgiraniya xwe li hemberî binpêkirinên PKKê li Rojavayê Kurdistanê ragihand û got ku şaxê PKKê li Sûriyê ciwanan bi zorê dibe bo leşkeriya neçarî.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi lêkolînên derbarê rewşa Sûriyê di raporekê de binpêkirina 7 mehên borî li ser mafê mirovan belav kir.

Di wê raporê de, amaje bi wê tê kirin ku YPG bi zorê xelkê dibe leşkeriyê û şer bi wan dike, ku ev jî binpêkirineke mezin e li wan navçan derbarê rewşa mafê mirovan. Herwiha amaje bi wê yekê dike ku çekdarên PKKê malên xelkê talan dike.

Nûçeyên têkildar