10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berdevkê PDKê: PKK li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye..Pirsgirêkan derdixin

Çavkanî: KDP.info
 

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed dibêje, PKK li cihê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên me alîkariya me bike, ew bi xwe jî pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêdikin.

Îro li Hewlêrê ji bo bîranîna Rêberê Tevgera Rizgarîxwaza Başûrê Kurdistanê, Mele Mistefa Barzanî li bajarê Hewlêrê merasîmek bi navnîşana “Barzaniyê Nemir Sembola Azadî û Pêkvejiyanê” birêveçû.

Di vê merasîmê de, Berdevkê Fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed gotarek pêşkêş kir û li ser bûyer û pêşhatên herî dawî yên li Başûrê Kurdistanê û bi taybet aloziyên li Şingalê axivî.

Mehmûd Mihemed ragihand: “Ewa ku li Şingal, Qendîl, Mexmûr û cihên din qewimî, jibilî çêkirina arîşeyan bo Herêma Kurdistanê, tiştek din nebû”.

Berdevkê PDKê ragihand, Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) bawerî bi dewleta netewî nîne, ji ber wê jî baştirîn rê ev e ku xebata xwe bo wî cihî veguhêzin, ku ji bo wê derê hatine çêkirin.

Mehmûd Mihemed da xuyakirin: “Realîteya wê derê, realîteyeke din e, her çend ku ev gotin nexweş e, lê belê her çar parçeyên Kurdistanê hin taybetmendî ji wan re çêbûne û divê werin berçavgirtin. Her parçeyekê partiyên xwe hene, yanî xwediyên xwe jî hene. Hevkarî tiştek e û destwerdan û xwe bi xwedîzanîn jî tişteke din e”.

Berdevkê PDKê wiha got: “Jibilî derxistina astengiyan û hewildana ji bo rêgirtinê li pêşiya pêşxistina zêdetir a rizgarîxwaziyê û mafê gelê Kurd, tiştekî din ji wan kiryar û helwêstên PKKê re nayên dîtin. Pirsgirêkan ji Hikûmeta kurdistanê û partiyên siyasî re derdixin. Dixwazin destê derve zêdetir bixin nava Kurdistanê ku bi vê yekê jî ziyanê dighînin tevgera rizgarîxwaziyê ya her çar perçeyên Kurdistanê.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew destêwerdana PKKê di herçar perçeyên Kurdistanê û ew dîktatoriya ku PKK aniye nava meydana têkoşîna Bakurê kurdistanê, nayê qebûlkirin. Baş tê bîra me ku PKK hewleke mezin da ji bo jinavbirina partiyên Bakurê Kurdistanê. Rê li xebata wan partiyan girtin û siyasetmedar winda dikirin. PKK niha li dijî dewleta Kurdistanê ye. Baweriya wan bi dewleta neteweyî nayê. Bila ji Başûrê Kurdistanê vekişin.”

Mihemed derbarê serxwebûna Kurdistanê wiha domand: “Hincetên biçûk û vala ji bo avanebûna dewleta Kurdistanê derdixin. Divê PKK nerêgir be ji vê xwesteka gelê Kurdistanê re, ji ber ku ev bi sedan sal e em li benda vê xewnê ne. Serxwebûna Kurdistanê hêviyeke mezin e di dilê xelkê Kurdistanê de û divê bibe realît û rastiyek. Ew aliyên ku dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dikin, berjewendiya dijminan cîbicî dikin û ew hewlên wan wek xiyanet li xwîna şehîdan û xebata gelê Kurdistanê tê dîtin.”

Berdevkê PDKê ragihand: “Eger em bighên serxwebûna xwe, dê civaka navdewletî zêdetir piştevaniya me bike û wê demê emê jî zêdetir piştevaniya birayên xwe yên li parçeyên din ên Kurdistanê bikin.”

Nûçeyên têkildar