Amerîka: Divê tenê hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê li Şingalê bin

Roja dûşem 13.03.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û hejmarek şêwirmendên balyozxane û artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.
Di wê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî DAIŞê ji bilî balkişandina li ser roja ji dayikbûna Barzaniyê Nemir û helkeftên niştîmaniyên gelê Kurdistanê li meha adarê wê yekê xisterû ku cihê şanaziye li gel Serok Barzanî û gelê Kurdistanê da kar dikin. Tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge û di derbarê rewşa Şingalê jî wê yekê ragihand ku Amerîka naxwaze ji bilî li hêzên fermiyên Herêma Kurdistan û Iraqê hîç hêzekî din li vê deverê be.
Her di vê hevdîtinê de her dû alî xweşhaliya xwe nîşandan ku hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên artêşa Iraqê de serketin û encameke gelek baş jê derketiye.
Di beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa siyasiya navçeyê û şerê terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê nirxandin.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê hevdîtinê bû û şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya welatê xwe li pêşkêşkirina hevkariyê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.




