9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê yek û melbendê çiwar rijdyê li berevaniya Kudistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Ebdulxaliq Babîrî berpersê liqê yekê partî dîmokiratî Kurdistan duhî 16/12 bi serokatiya şandekî seredana melbendê çar yê yeketî nîştmanî Kurdistan kir û ji laye herêm Kemal axa berpirsê melbendî ve hate pêşiwazî kirin.

 


Di rûniştinekê de şandê liqê yek pustê wî yê nû lê pîrozkir û hêviya ser keftinê bo xwast, li dûv de her du dupatî li serdeanên berdewam kir bo xurtkirina peywendiyan di navbera her du partan de û hizir li ser çawaniya xizmetkirina deverê li hevdu guhertin.

 


Her wesa her du layan diyar kir ku dê rijdbin li ser pêşvebirina welatî û berevanîkirina Kurdistanê û xweşkirina jiyana xelkî bi erk li qelem da û behsê helwîstên wêrek yên serukê herêma Kurdistanê beramber bizavên Nurî ElMalikî û hatina hêzên Dîcle bo deverên Kerikuk û dewruber ku bûye egerê têkidana rewşê û nearamiya deverê û bi vî rengî mafên kurdan dihêne binpê kirin

Nûçeyên têkildar