PDK û YNK Komîteyek Hevbeş a Ragihandê pêk tînin

Di çarçoweya civînên komîteya hevbeş ya her du mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de ku, bi mebesta bihêz kirina yek dengî û yek helwestiya her du aliyan tên lidarxistin, biryar hatibû girtin daku, çendîn komîteyên hevbeş yên curbicur werin damezrandin û di vê çarçoweyê de jî komîteya hevbeş ya ragihandinê hate damezrandin.
Di vê derbarê de Endamê mekteb navendiya ragihandina partiya demokrata Kurdistanê Aza Hesîb Qeredaxî ragihand ku, ragihandin di her warî de xwedan roleke gelek girîng û serekeye lewre her du mekteb siyasiyan bi mebesta diyar kirina yekhelwestiya ragihandinî biryar daye daku, komîteyeke hevbeş ya ragihandinî were damezrandin.
Ji aliyê xwe ve jî endamê mekteba ragihandina YNK`ê Stran Ebdula derbarê civînê de ragihand ku, ew civîn zêdetir ji bo pêşvebirina biryarên komîteya bilind a polîtburoya YNK û PDK`ê ye ku çawa bikarbin ji aliyê ragihandinê ve karên xwe di mîdyayên fermî de bikin.
Endamê mekteba ragihandina YNK`ê got: Di civînê de hevhelwestî , nêzîkbûnek ji hevdû hebû, ku dikariyan karnameyekê ji bo bernameya mekteba ragihandina herdû aliyan danin.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)