10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bereya Turkmanî: Heşda Şeibî û PKK metirsî ne li ser navçeyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya Bereya Turkmanî Aydin Marûf dibêje, Heşda Şeibî û PKK metirsî ne li ser navçeya Tileferê û derdora wê, lewma jî pêwîst e bên dûrxistin.

Aydin Marûf ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e di demeke nêzîk de operasyona rizgarkirina Tileferê destpê bike û soz ji me re hatiye dan ku tenê hêzên polîs û artêşa Iraqê di wê operasyonê de beşdar bibin û Heşda Şeibî tê de beşdar neke.”

Marûf wiha got: “Em li wê navçeyê ne tenê ji Heşda Şeibî ditirsin, lê belê metirsiya me ji PKKê jî heye, herwiha ti hewce bi hebûna wê hêzê li navçeyê nake û tenê bo berjewendiyên siyasî hatine û ne ji bo berjewendiyên xelkê, lewma jî bi ti awayî hebûna wan hêzan nayê qebûlkirin û pêwîst e zû ji navçeyê bên dûrxistin û bila tenê Pêşmerge li wir bin.”

Nûçeyên têkildar