10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yildirim bersiva Bahçelî da: Danîna ala Kurdistanê pîvaneke dîplomatîk e

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bersiva serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da ku li hember danîna ala Kurdistanê li firokexaneya Stenbolê nerazîbûn nîşan dabû, û got ku danîna ala Kurdistanê pîvaneke dîplomatîk e û tiştekî destûrî û qanûnî ye.

Serokwezîrê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Bînalî Yildirim îro di civîna firaksiyona partiya xwe de behsa nerazîbûn û rexneyên ku li hember danîna ala Kurdistanê di merasima pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji aliyê tirkên nijadperest bi taybet MHPê ve hatibûn nîşandan, da.

Bînalî Yildirim diyar kir ku Tirkiye li gorî Destûra Iraqê reftar dike û got, di Destûra Iraqê de navê bakûrê Iraqê “Herêma Kurdistanê” ye û herêmek xweser e. Ji ber wê jî em nikarin li dijî vê yekê derkevin. Danîna alayê jî, ne tiştekî nû ye, her gava ku birêz Barzanî hatiye Tirkiyê ala hatiye danîn. Jixwe ev jî li gorî pîvanên dîplomatîk tê kirin.

Yildirim wiha got: “Bilindkirina ala Kurdistanê li Tirkiyê tiştekî destûrî û qanûnî ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê li gorî destûrê Iraqê xwedî alayeke taybet e û ew ala li hemû cîhanê tê naskirin û Herêma Kurdistanê jî li hemû cîhanê îtîraf pê hatiye kirin.

Serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna firaksiyona partiya xwe de bi tundî li hember danîna ala Kurdistanê di pêşwazîkirina Barzanî de nerazîbûn nîşan dabû û ji serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wiha pirsîbû: “Gelo haya serokomar ji wê yekê heye? Gelo serokwezîr gotiye we çima ew ala daniye? Pêşmerge kengê bûye xwedan ala!?...”

Pêr dema Serok Barzanî çûbû Stenbolê, li firokexaneya Ataturk ya Stenbolê, ala Kurdistanê li kêleka alayên Iraq û Tirkiyê hatibû danîn.

Nûçeyên têkildar