Pentagon: Pilana şerê DAIŞê ya ku Trump xwastibû, amade ye

Ajans-KDP.info- Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand, pilana şerê DAIŞê ya ku Trump xwastibû, radestî Koşka Spî hatiye kirin.
Berdevkî Pentagonê duh ragihand, Wezîrê Bergirî yê Amerîka James Mattis pilan nehîştina DAIŞê radestî Koşka Spî kiriye.
Wî rayedarê Pentagon da zanîn, piştî ku pilan ji aliyê dezgehên peywendîdar ve hat gotûbêjkirin dê ji aliyê serokê Amerîka Donald Trump ve were îmzekirin.
Pilana ku Wezîrê Bergiriya Amerîka pêşkêşî Koşka Spî kiriye, heman ew pilana bû ku Trump daxwaz kiribû. Donald Trump beriya niha daxwaz ji Pentagonê kiribû di heyama 30 rojan de pilanekê bo şikandina DAIŞê li Sûriye û Iraqê amade bike.
Ew pilan piştî serdana Wezîrê Bergirî yê Amerîka bo Iraqê her wiha serdana fermandeyê CENTCOMê Josph Votel û senator John McCain bo Kurdistana Rojava hatiye amadekirin.




