10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

De Mistura: Emê destûr û hilbijartinên Sûriyê gotûbêj bikin

Çavkanî: KDP.info

 

Cenêf-KDP.info- Danûstandinên Cenêf 4 bi fermî destpê kirin û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo kirîza Sûriyê Stîfan De Mistura ragihand ku ewê di van danûstandinan de destûr û hilbijartinên Sûriyê gotûbêj bikin.

Di merasîma destpêkirina danûstandinên Cenêfê di navbera opozisyon û Hikûmeta Sûriyê de, De Mistura ragihand ku ew di van danûstandinan de qonaxa veguhêz û amadekirina destûreke nû û lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê, gotûbêj bikin.

Nûnerê navdewletî ragihand ku çareseriya kirîza Sûriyê siyasî ye û ne leşkerî û bi şer e.

Ev cara yekem e ku herdu şandên opozisyonê û Hikûmeta Sûriyê li hemberî hev li Cenêfê rûdinên.
 

Nûçeyên têkildar