10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Firokexaneya Mûsilê ya Navdewletî hat kontrolkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hêzên bi ser ewlekariya Iraqê piştî çend seatan destpêkirina operasyonên Firokexaneya Navnetewî ya Mûsilê bi temamî kontrol kirin.

Pêşveçûnên hêzên îraqî ji bo kontrolkirina aliyê rojava yê bajarê Mûsilê berdewam in û sibeha îro jî hêzên taybet yên îraqî dest bi operasyona kontrolkirina Firolexaneya Navnetewî ya Mûsil û serbazgeha Xezlan li rojavayê Mûsilê kirin.
Berpirsê Polîsên Federal ên Iraqê Şakir Cewdet ragihand ku yekîneyên bi ser hêza ewlekariya Iraqê ve ji bo kontrokirina Firokexaneya Mûsilê ji destê rêxistina DAIŞê dest bi operasyonê kirin.

Fermandeyê polîsên federal Şakir Cewdet diyar kir Yekîneyên zirxpoş ên artêşa Iraqê û hêzên polîs ê federal ji bo kontrolkirina Firokexaneya Mûsilê ya li perê başûrê rojavayê bajêr, dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Şakir Cewdet destnîşan kir ku firokeyên şerî û yekîneyên topavêj jî piştevaniya operasyonê dikin.
Herwiha bi gotina Cewdet hêzên wan bi zûtirîn dem dê şerê Firokexaneya Mûsilê yek alî bikin û serkeftinan bidest bixin.

Nûçeyên têkildar