10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsê bidarvekirinê yê DAIŞê hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Di encama bombebarana balafirên şer de, berpirsekî pilebilind ê DAIŞê li nava Mûsilê hat kuştin.

Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Dûşemê, di encama bombebarana balafirên şer li ser terorîstên DAIŞê li Mûsilê, berpirsê bidarvekirinê yê DAIŞê hat kuştin.”

Seîd Memozînî wiha got: “Navê wî terorîstî Muxelled Ebdulmuhsin Xelîl bû û di Girtîgeha Navendî ya Badoşê de berpirs û serperiştiyanê bidarvekirinê bû.”
 

Nûçeyên têkildar