10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di xwepêşandana Bexdayê de alozî derket..Parlamenterên Kurdistanê vedgerin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Li paytexta Iraqê Bexdayê di dema xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlekariyê gule berdane xwepêşanderan. Parla,enterekî Kurd jî dibêje, xwepêşander dixwazin derbasî Navçeya Kesk ya Bexdayê bibin, lewma jî ew dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê.

Parlamenterê PDKê li Bexdayê Hakim Serhan Silêvanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tê gotin ku xwepêşander dixwazin biçin Navçeya Kesk, lewma jî em wek parlamenterên Kurd me xwe amade kiriye ku vegerin Herêma Kurdistanê, ji ber ku metirsiya derketina bûyerên cara borî heye.

Li gorî wî parlemanterê Kurd, “eşkere ye ku armanca wan xwepêşanderan siyasî ye.”

Nûçeyên têkildar