10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Xesro Goran: Çi ji destê wan tê bila bikin..Nikarin Kurdistanê neçar bikin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Piştî belavbûna wê nûçeya ku dibêje, Tevgera Goran li Bexdayê dixwaze li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê gilî bike, Parlamenterê Kurd li Bexdayê Xesro Goran ragihand ku kes nikare Kurdistanê neçar bike ku pêbendî yasaya budceyê bibe, ji ber ku ne di berjewendiya Kurdistanê de ye.

Serokê Koma PDKê di Parlamentoya Iraqê de, Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger nêta wan hebe ku li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê gilî bikin, çi ji destê wan bê bila bikin, ji ber ku nikarin Herêma Kurdistanê neçar bikin ku pêbendî wê yasaya budceya 2017 bibe.”

Xesro Goran wiha got: “Giliyê wan tiştekî nake, ji ber rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye li ser awayê niha, lê Bexda wê rêkeftinê cîbicî nake û pêwêst e ji nû ve rêkeftin were kirin.”

Serokê Frakisyona PDKê li Bexdayê ragihand: “Eger behsa yasa û gilî dikin, çima Goran li ser Nûrî Malikî gilî nake ku ji dema wî de Bexda pereyên Kurdistanê naşîne.”

 

Nûçeyên têkildar