Mizûrî: Xelkê Mûsilê ji Heşda Şeibî ditirsin..Bila Pêşmerge me biparêze

Mûsil-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Şaxa 14 ya PDKê Mihyedîn Mizûrî dibêje, piştî ku hêzên Heşda Şeibî derbasî nava bajarê Mûsilê bûne, êdî xelkê wî bajêrî gelekî ditirsin ji kar û reftarên wan milêsên Şîe, herwiha dixwazin Pêşmerge wan biparêzin.
Mihyedîn Mizûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rast e aliyê rastê yê Mûsilê rizgar bûye, lê hêj rewş li wir aloz e û hêj bi temamî nehatiye paqijkirin, ji ber ku şaneyên veşartî yên DAIŞê hêj mane. Herwiha Heşda Şeibî derbasî nava Mûsilê bûye û vê yekê metirsî li ser xelkê Mûsilê yên Sune çêkiriye û gelekî ditirsin ku zilmê li wan bikin.”
Mizûrî tekez kir ku “xelkê Mûsilê bi ti awayekî bi hebûna Heşda Şeibî li Mûsilê razî nabin, lê newêrin deng bikin, ji ber ku nû ji bin destê DAIŞê derketine û ji zilma wan milîsên Şîe ditirsin. Xelkê Mûsilê daxwaz dikin ku Hêzên Pêşmerge biçin navçeyên wan û wan biparêzin.




