Asayiş: 70 çekdarên DAIŞê di nava koçberan de hatine girtin

Leylan-KDP.info- Rêveberê Asayişa Leylan ragihand, hatina koçberên Iraqê bo Başûrê Kurdistanê berdewam dike û di nava 3 mehên borî de zêdetirî 70 çekdarên DAIŞê di nava koçberan de hatine girtin.
Eqîd Kawe Mela Perwêz Rêveberê Asayişa Leylan ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina koçberan ji bin destê DAIŞê li sînorê bajarokê Hewîce yê başûrê Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê berdewam dike.”
Perwêz wiha got: “Di nava wan koçberan de çekdarên DAIŞê hene, ku di nava 3 mehên borî de zêdetirî 70 terorîstên DAIŞê hatine girtin û di lêkolînan de jî li xwe mikur hatine. Tenê ji destpêka vê salê ve û heta niha me kariye 15 çekdarên DAIŞê di nava koçberan de bigrin.”
Rêveberê Asayişa Leylan wiha domand: “DAIŞ ber bi nemanê ve diçe û êdî nema kare tiştekî bike, lewma jî çekdarên xwe di nava koçberan de dişîne û karên terorîstî bikin, lê em ji wan re şiyar in.”




