10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka û Erebistanê li ser navçeyên aram lihev kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Amerîka û Şahê Erebistana Siûdiyê derbarê avakirina navçeyên aram li Yemen û Sûriyê lihev kirin.

Li gorî daxuyaniyekê ji Koşka Spî ya Amerîka, Serokê Amerîka Donald Trump ligel Şahê Erebistanê Şah Selman axiviye û herdu aliyan tekez kirine li ser giringiya jinavbirina DAIŞê.

Herwiha Trump daxwaz ji Şahê Erebistanê kiriye ku welatê wî piştevaniya navçeyên aram li Yemen û Sûriyê bike û Şah Selman jî razî bûye.

Li gorî wê daxuyaniyê jî, herdu aliyan tekez kirine li ser alîkariya penaberan.

Herwiha tekez jî kirine li ser pêwîstiya pêdeçûna bi rêkeftina etomî ya ligel Îranê. Hevdem dan zanîn ku pêwîst e jî hedek ji çalakiyên Îranê re li navçeyê bên danîn, ji ber ku aramiya navçeyê têk dide.

Nûçeyên têkildar