10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlamentoya Iraqê yasayek di berjewendiya Deşta Mûsilê de pesend kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endameke Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de dibêje, di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, Deşta Neynewa wek navçeyekî wêran hat naskirin û bû yasa.

Dr. Eşwaq Caf ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku çend caran naskirina Deşta Neynewa wek navçeyekî wêrankirî hatibû paşxistin, di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de, ew deşta ku ketibû destê DAIŞê de wek wêrankirî hat naskirin.”

Caf wiha got: “Tevî ku hinek parlamenterên ji Mûsilê bi tundî rexne li wê yasayê kirin û gotin ev yek destpêka perçekirina parêzgeha Mûsilê ye, lê birayên me yên Xristiyan û Şebek û pêkhateyên din ên Mûsilê ligel biryarê bûn û hewl jê re dan û hat pejirandin.”

Derbarê sûd û qezencên vê yasayê bo Deşta Neynewa, Eşwaq Caf ragihand: “Ev yasa ji aliyê darayî ve zextekê li ser Hikûmeta Iraqê çêdike ku wê navçeyê ava bike, herwiha bo siberojê jî û ji aliyê yasayî ve jî xelkê wê deştê dikarin daxwaza çarenivîsa xwe bikin û bibin parêzgeh.”
 

Nûçeyên têkildar