10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ebadî: Me daxwaz ji PKK kiriye ku ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endamekî Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji me re gotiye ku wan daxwaz ji PKK kiriye ji Iraqê derkeve ji ber ku êdî pêwîstî bi wan nemaye.

Şaxewan Ebdulah Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din em ligel Ebadî civiyan. Me rexne lê kir li ser rewşa ewlehî kir li Xaneqîn û hin deverên din ji ber hebûna Heşda Şeibî li wan navçeyan. Herwiha me behsa Tirkiye û PKKê jî kir.”

Ebdulah wiha got: “Min 3 pirsyar ji Ebadî kir. Ya yekê, çima hêzên Iraqê navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê rizgar nakin. Ya duyem, çima hûn mûçe û pereyên Pêşmerge nadin, û pirsa sêyem jî ew bû ku, çima we serfermandarê Iraqê yê Kurd û hin berpirsên din ên Kurd li Bexdayê we guhertin û dîsa Kurd li şûna wan dananîn, tevî ku ew kursî ji para Kurdan e. Derbarê pirsa yekê de got ku parêzgarê Kerkûkê rêgir e ji rizgarkirina Hewîce re, ku naxwaze hemû hêzên Iraqê li Kerkûkê kom bibin. Derbarê pirsa pereyê Pêşmerge, got, petrola we heye bifroşin û mûçeyê Pêşmerge pê bidin. Derbarê pirsa sêyem de jî amade nebû bersivê bide û tenê got dest jê berde.”

Şaxewan Ebdulah wiha domand: “Derbarê PKK jî, Ebadî got me daxwaz ji PKK kiriye ku ji Şingalê derkeve û wan jî bersiveke baş da me. Wan di demekê de alîkariya me kirine û niha pêwîstiya me bi wan nemaye û pêwîst e derkevin.”
 

Nûçeyên têkildar