10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hejmara koçberên li Kurdistanê 2 milyon derbas kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Navdewletî Dîndar Zêbarî dibêje, hejmara koçber û penaberên xwe hatine Herîma Kurdistanê, 2 milyon kes derbas kir.

Dîndar Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji destpêka operasyona Mûsilê ve 140 hezar kes ji Mûsilê koçberî Kurdistanê bûne û tê çaverêkirin jî ev hejmara han gelekî mezintir bibe û rojane hezar heta 2 hezar koçber ji Mûsilê berê xwe bidin Kurdistanê.”

Zêbarî wiha got: “Bi giştî hejmara koçber û penaberên ku li Herêma Kurdistanê be 2 milyon derbas kir, lewma jî tê çaverêkirin ku Neteweyên Yekbûyî vê salê alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

Nûçeyên têkildar