10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

“120 hezar kes ji Mûsilê koçber bûne..Tenê Kurdistanê alîkariya wan kirine”

Çavkanî: KDP.info
 

Bexda-KDP.info- Hikûmeta Iraqê hejmara koçberên bajarê Mûsilê yên ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê koçber bûne aşkera kir.

Îro 28.12.2016ê Wezîrê Koç û Koçberan ê Hikûmeta Iraqê Derbaz Mihemed di beyanameyekê de ragehand, ku 120 hezar koçberên bajarê Mûsilê û derdora wê li qampan hatine bicîh kirin.

Herwaha Derbaz Mihemed ragehand, ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê heta naha 137 hezar kes li bajarê Mûsilê û bajarokên Hewîceyê ve koçber bûne.

Ew koçber ji ber piştrastbûn li parastina maf û jiyan xwe, berê xwe dane cihên di bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê û li kampên her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê hatine bi cîh kirin.

Koçber jî dibêjin heta naha Hikûmeta Iraqê wek tê xwestin alîkariya me nekiriye, tenê Dezgayê Barzanî ya Xêrxwazî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî daye wan.

 
 
 
 
 

Nûçeyên têkildar