9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Leqê yek ê PDK pêşwaziya Nivîskarên Rojava kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî (11/12/2012) Leqê yek-Duhok ya PDK'ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwaziya şandeke nivîskarên Rojavayê Kurdistanê kir.
  

Şande Nivîskar-Medyakarên Rojava ji aliyê Berpirsê Rêxistin û Kargîrên Leqê yek birêz Emer Eoreyî ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Birêz Emer Eoreyî ji bo şandê diyarkir ku ew li Duhokê li mala xwe ne, di nava nas û mirovên xwe de ne, ji bo her pêdiviyekê derghê wan vekiriye.

Şandeya Nivîskar-Medyakarên Rojavayê Kurdistanê di vê hevdîtinê de bal kişandin ser serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê û diyarkirin ku mebesta serdana wan ew e ku têkilîkirina ligel Kurdên Başûr û ew berî demekê hatibûn ji bo Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava li Duhok û wan ji vê dîdarê gelek mifa ji hev wergirtin. Her weha şandê got ku pêdiviya wan bi piştevaniyê heye û daxwazkirin ev cure dîdaran bê berdewamkirin.

Nûçeyên têkildar