Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê hat kuştin

Enqere-KDP.info- Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov ku îro li bajarê Enqerê ratsî êrişeke çekdarî hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Îro Duşema19ê Kanûna 2016ê, li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê, Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov rastî êrişke çekdarî hat.
Andrey Gennadiyeviç Karlov di encama vê êrişa çekdarî de bi giranî birîndar bû, û piştî êrişê, Karlov bilez bo nexweşxaneyê hate veguhastin. Lê belê piştre ji br giraniya birînê, li nexweşxaneyeke Enqerê jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn, ku Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov, îro li Enqerê beşdarî merasîma vekirina pêşangehekê wêne û tabloyan li Navenda Hunerî ya Çagdaşê bû û piştî merasîma vekirinê, di pêşangehê de axavtinek pêşkêş kir.
Li gorî agahiyan, di dema pêşkêşkirina axavtinê de, Gennadiyevic Karlov rastî êrişa çekdarî hatiye.




