Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyê ya Êzdiyan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyê ya Êzdiyan pîroz kir.
Peyam waha ye:
“Cejna rojiyê ya xwîşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her cihekî cîhanê bin ez pîroz dikim.
Hêvîdarim cejna û helkeftên bên yên xwîşk û birayên me yên êzdî, bibe cejnên serkeftinê û azadkirina hemû cîh û warên êzdiyan û hemû keç û xwîşkên me yên êzdî yên ku hîn azad nebûne, herwaha bibin cejnên vegeryana wan hemû awareyên Êzdî bo ser mal û halên xwe yên azad û ava kirî.
Herwaha cejneka aram bo hemû Êzdiyan dixwazim, her sal bi xêr xweşiyê de bin.”




