10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne dîlê destê PKKê..Pêwîst e ji Şingalê derkevin

Çavkanî: KDP.info

 

Dihok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve û tekez kir, ku hebûna PKKê li Şingalê netenahiyek (ne îstiqrariyek) li deverê çêkiriye, lewma pêwîst e ew ji Şingalê derkevin. Herwiha got jî ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne dîlê destê PKKê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro pênşemê 15ê Kanûna 2016ê beşdarî di konfransa Kurdistan Piştî Serxwebûnê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê kir û tê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rewşa Şingalê piştî rizgarkirina wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve kir û got: “Rizgarkirina Şingalê yek ji armancên sereke yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê kir û da xuyakirin, ji bo xelk vegere ser cih û malên xwe û Şingal cardin were avedankirin, pêwîst e PKK ji wê devera Başûrê Kurdistanê derkeve,

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Îro hebûna PKKê li Şingalê ne îstiqrariyek li deverê çêdike, yek ji wan sedemên ku Şingal jî avedan nabe, hebûna PKKê li wê deverên ye û ev jî rastiyek e, çimku xelk ji pêşeroja xwe piştrast nînin, ji ber wê jî navegerin deverê. Divê PKK ji wê yekê têbigihîje û di ber xêra xelkê deverê de ji wê deverê derkevin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: “Divê xelkê Şingalê bi xwe biryar biidn, çawan xwe birêve bibin.” Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir: “Ew hêza ku niha destwerdanê li Şingalê dikin, divê li wir nemînin, em di wê baweriyê de ne, ku pêwîst nake PKK weke hêzekê li Şungalê bimîne û gerek derkeve.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi cografiyaya Şingalê kir û ragihand, cografiyaya Şingalê pirsgirêkek mezin bû li pêşiya Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi gotina wî, di dema êrişa DAIŞê bo ser Şingalê de, ew dever gelek ji Herêma Kurdistanê dûr bû û weke giravekê cuda ji axa Herêma Kurdistanê bû û ew yek jî weke arîşeyeke mezin bo Herêma Kurdistanê bi nav kir.

Kurdistan sedema aramiya navçeyê ye

Derbarê rola Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê li navçeyê, Serokwezîrê Kurdistanê dibêje: “Pêşmerge netenê bo Kurdan, lê belê bo tevahiya cîhanê şerê terorê dikin û em Kurd sedemeke girîng in bo parastina mirovatiyê. Herêma Kurdistanê li nevçeyê sedema aramiyê ye û me piştrast kir ku ems edema asayişa navçeyê ne.”

Pêwendiya Kurdistanê ligel Tirkiyê

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Pêwendiyeke normal di navbera me û wî welatî û cîranên me de jî heye. Tenê rêkeftineke aborî di navbera me û Tirkiyê de heye û netiştekî veşartî ye û Tirkiyê cîranê me ye.”

Rojavayê Kurdistanê

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî, Serokwezîrê Kurdistanê ragihand: “Ew deselata ku niha li Rojava heye siyaseteke xerab li hember aliyên din ên Kurdî bikar tîne û wan davêje binê zindanan. Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne dîlê destê PKKê û ji ber siyasetên şaş ên PKKê dê ew destkeft li wir jidest biçin. PKK dixwaze rewatiya xwe bi riya Kurdên Rojava bidest bixe, lê tiştekî şaş e û nikare xwe bi ser wan de feriz bike. Deselata PYDê li Rojavayê Kurdistanê bi temamî dîktatorî ye û zilma ku ew tînin serê Kurdan Beşar Ese dew zilm netanî serê ”

Nûçeyên têkildar