10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hefteya bê PDKê dê ligel YNK û Goran Tevgera Goran bicive

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja Duşemê ya hefteya bê 19 mehê dê serdana Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran û Tevgera Îslamî li Silêmaniyê bike.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya pêngavên bo cibicîkirina naveroka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û avakirina nexşerêyekê bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de, biryar e roja Duşema bê de şandeke PDKê serdana YNKê û Tevgera Goranê û Tevgera Îslamî li Silêmaniyê bike.

Berê jî şanda PDKê serdana wan aliyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kiribû û derbarê çawaniya cibicîkirina naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê de bo çareserkirina krîza siyasî ya Herêma kurdistanê û wergirtina nêrînan wan civiya bû.

Di civînên vê carê de, PDKê ligel aliyên siyasî bi kêmî naveroka civînan bo raya giştî aşkere kirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed, endamê şanda PDKê bo hevdîtina ligel her sê aliyan aşkere kir û got: “Şanda destnîşankirî ya partiya me ji Sekreterê polîtburoyê Fazil Mîranî û endamên Polîtburo Ezedîn Berwarî û Mehmûd Mihemed Kakemîn û endamên Encûmena Serkirdeyatiyê Ehmed Kanî û Dilşad Şihab pêk tê.”

Heta niha çawaniya civîna PDKê ligel YNK û Tevgera Goranê nehatiya aşkerekirin û derbarê van civînan gotinên cuda hene, ji wan jî ku bi awayekî cuda PDKê ligel her yek ji YNK û Tevgera Goranê dicive, yan jî bi herduyan bi hev re dicive. Lê tê gotin ku PDKê bi awayekî cuda ligel YNKê dicive.

Serdana PDKê bo aliyên siyasî piştî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê, ku daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bicivin û tevahiya pirsan çareser bikin, derbarê pirsa Serokatiya Herêmê, Serokatiya Parlementoyê û Hikûmetê de.

Nûçeyên têkildar