10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî bo xelkê Amûdê: Kesên êrişê Ala Kurdistanê kirine dê bacê bidin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi peyameke piştgirî û sipasiyê xwe ji bo xelkê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji xelkê li bajarê Qamişlo û Amûdê re ku duh Ala Kurdistanê di êrişa alîgirên Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) de parastibûn şand.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de ew kiryarên li hemberî Ala Kurdistanê şermezar kir û got, yên ku ew tawan kirine dê baca wê bidin.

Barzanî dibêje, rêz û spasiyên xwe pêşkêş xelkê berxwedêr yê bajarê Amûdê dike ku “bergirîkarê niştimanperwerî û hêjayên gelê Kurdistanê ne.”

Serok Barzanî wiha got: “Destxweş li we dikim, ku bi sebir û bi berxwedan hûn Ala Kurdistanê diparêzin, ew al ku ala xwîna şehîd û nîşana pêkvejiyan û aştiyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de ji bo gelê Amûdê dibêje, ez we piştrast dikim ku rêya niştimanperwerî, rihê kurdayetî bi serdikeve û şermezarî ji bo wan kesan dimîne ku Ala Kurdistanê dişewitînin û gênc û lawên Kurd îşkence dikin û diêşînin.

Serok Barzanî herwiha amaje kir ku di dawiyê de ew kesên van kiriyan dikin dê baca wan tewanan bidin.

Alîgirên PYDê li gel hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê duh li bajarê Qamişlo êrişî xwepêşandana ENKSê û ofîsên her du partiyên PDK-Sê û PYKSê ango Yekîtî kir û gulle bi ser xwepêşanderan re avêtin. Herwiha alîgirên PYD Ala Kurdistanê anibû xwarê wêneyên girtiyan qetandibûn.

 

 
 
 

Nûçeyên têkildar