9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Peyvdarê Fermî

Berdevkê PDKê: Emê serdana aliyên siyasî bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed ragihand ku, partiya wî dê vê hefteyê serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê bike bo gotûbêjkirina peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê.

Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de, ragihand: “Wek çawa di çend rojên borî de me piştevaniya PDKê bo peyama Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Herêma Kurdistanê ragihand, û me ew peyam wek kilîla çareserkirina pirsgirêkên navxwe da zanîn, emê vê hefteyê jî dest bi serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikin.”

Berdevkê PDKê wiha got: “Polîtburoya PDKê komîteyek pêk aniye ku bi serperiştiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endametiya hejmarek ji hevalên endamên Polîtburoya PDKê pêk tê, ew jî bo serdana aliyên siyasî aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê bi mebesta gotûbêjan derbarê naveroka peyama Serok Mesûd Barzanî û pevguhertina nêrînan li ser mîkanîzm û çawaniya cîbicîkirina wê peyamê.”

Nûçeyên têkildar