Mîranî: Em amade ne ligel hemû aliyan bicivin

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand, tişta ku cihê dilxweşiyê ye piraniya aliyên siyasî bi awayekî erênî pêşwazî li wê peyam û destpêşxeriyê kirine.
Mîranî wiha got: “Em wek PDKê amade ne ligel hemû hizb û aliyên siyasî rûnên, ew jî bi mebesta dîtina çareseriyekê ji kirîzên Herêma Kurdistanê re.”
Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Pêwîst e aliyên emnî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê jewlên cidî bidin bo dîtina encamderên tawana kuştina mela Dr. Wişyar Îsmaîl, ku beriya 2 rojan li Hewlêrê hat şehîdkirin.”




