10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Herdu aliyên Mûsilê ji hev hatin qutkirin

Çavkanî: KDP.info

 

Mûsil-KDP.info- Li Mûsilê firokeyên şerî yê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê pira herî dawî ya li ser Çemê Dîjleyê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên hatine bidestxistin Pira Mûsila Kevin Feyseliye a weke “Pira Hesin” tê naskirin, bû armanca êrişên firokeyên şer. Bi rûxandina pira navborî, rêya tekane ya di navbera herdu aliyên Mûsilê de mayî jî, qut bû.

Pira seyem a ji daristana rojhilata Mûsilê ber bi taxên Rufaî û Zenceliyê ve dirêj dibe duh ji aliyê firokeyên şerî ve hatibû bombebarankirin.

Firokeyên şerî di 21ê Mijdarê de pira çarem a taxa Zubat a rojhilata Mûsilê û taxên Dîndan û Tayaran ên li rojavayê Mûsilê bi hev re girê dida dabûn ber bombeyan.

Di navbera her du aliyên Mûsilê de 5 pir hebûn. Ji ber ku tevahiya pirên Mûsilê bi hev ve girê dide hatin rûxandin, hêzên ewlekariya Iraqê dê ji Eniya Geyarayê ber bi Mûsilê ve herin.

Rêxistina koçbera a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şikandina wê pirê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve dê rizgarkirina sivîlan asteng bike, ku bi vî awayî dê bi sed hezaran kes di taxên şer de bihêle.

Nûçeyên têkildar