Ewropa danûstandinên endamtiya Tirkiyê rawestand

Ajans-KDP.info- Parlamentoya Ewropayê biryar da, gotûbêjên bi Tirkiyê re yên ji bo emdambûna Yekîtiya Ewropayê bi awayekê demkî rawestine.
Parlamentoya Ewropayê pêşniyara rawestandina demkî ya gotûbêjên endambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê (YE) bi piraniyan dengan qebûl kir.
Îro li Parlamentoya Ewropayê pêşniyara sekinadina muzakereyên bi Tirkiyê yên ji bo endambûna Yekîtiya Ewroyaê de dengdan pêk hat.
Di dengdanê de biryara derbarê sekinandina demkî ya gotûbêjên bi Tirkiyê re li hemberî 37 dengan bi 479 dengan hat pesend kirin. Herwiha 107 parlamenterên endamên Parlamentoya Ewropayê derbarê vê biryarê de rangê xwe diyar nekirin.
Di pêşnûmayê de sedema rawestandina gotûbêjên endamtiya Tirkiyê rewşa ku piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê û ragihand rewşa awarte tê nîşandan.
Di biryarê da hat gotin ku ji bo destpêkirina endamtiya gotûbêjan divê rewşa awarte bê rakirin.




