10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mûsil- 18 tax hatine rizgarkirin..Şer girantir dibe

Çavkanî: KDP.info

 Mûsil-KDP.info- Serokê Komîteya Asayîş û Bergiriyê ya Encumena Parêzgeha Neynewa Haşim Birîfkanî dibêje, şerekî giran di navbera artêşa Iraqê û terorîstên DAIŞê de li nava taxên Mûsilê diqewime û heta niha 18 tax hatine rizgarkirin.

 

Haşim Birîfkanî ji malpera KDP.info re ragihand: ”Şerekî giran niha li nava Mûsilê heye, ku şerê kolan bi kolan û mal bi mal e. Heta niha artêşa Iraqê serkeftinên baş bi dest ve anîne. Hêzên Dije Terorê û Fîrqeya Altonî gihîştine nava taxên Zanayan û Muharibîn Qadisiye Yek û Dû, herwiha duhî Tehrîr jî hat rizgarkirin.”

 

Birîfkanî wiha got: “Ji destpêka operasyona Mûsilê ku mehek derbas bûye, heta niha 18 taxên Mûsilê hatine rizgarkirin û îro jî şer li taxa Zihur heye.”

 

Serokê Komîteya Asayîş û Bergiriyê ya Encumena Parêzgeha Neynewa wiha domand: “Şerê Mûsilê şerekî giran e û her ku dirêjtir dibe, ew şer zehmetir û girantir dibe.”

Nûçeyên têkildar