Mûsil- Taxeke din hat rizgarkirin

Mûsil-KDP.info- Fermandarê Operasyonên Taybet yên Hêza Dije Terorê ya Iraqê Lîwa Mean Seidî rizgarkirina taxeke din li Mûsilê ragihand.
Lîwa Mean Seidî ji Someriye News re ragihand: “Hêzên Deje Terorê îro ketin taxa Eden a rojhilatê Mûsilê û ew tax kontrol kirin, lê tirsa wan ji bombe û mayînan heye, ji ber ku terorîstên DAIŞê gelek li şûna xwe vedane.”
Operasyona derxistina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqê û bi alîkariya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam dike û heta niha gelek tax hatine rizgarkirin.




