Heşda Şeibî nikarî xwe nêzîkî Tileferê bike

Tilefer-KDP.info- Hêzên Heşda Şeibî li başûrê rojavayê Mûsilê hêj nikarîne xwe nêzîkî Tileferê bikin û hêj nikarîne riya Iraq û Sûriyê jî kontrol bikin.
Berpirsê Navçeya PDKê li Zumar Hesen Xelo ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha hêzên Heşda Şeibî li duriyanekê ne li rojavayê Mûsilê ku jê re tê gotin Eda li hember riya sereke ya Mûsilê ye, lewma jî hîn negihîştine Tileferê û jê dûr in û nikarîne nêzîkî wê bibin.”
Hesen Xelo wiha got: “Niha tenê rêyek maye ji Iraq ber bi Sûriyê ve ku li navçeya Behac diçe û Heşda Şeibî nikariye wê riyê kontrol bike û riya çûn û hatina DAIŞê bo Sûriyê qut bike.”




