Xesro Goran: Şerê Mûsilê dê çend mehar dirêj bike

Ajans-KDP.info- Parlemanterekî Kurd li Bexdayê dibêje, tê pêşbînîkirin ku piroseya rizgarkirina Mûsilê çend mehan dirêj bike.
Serokê Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de Xesro Goran di daxuyaniyekê de jirojnameya Independent a Brîtanî re ragihand ku şerê derxistina Mûsilê ji destê DAIŞê dê çend mehan dirêj bike.
Xesro Goran da zanîn ku, gelek astengî li pêşiya wî şerî hene û DAIŞ hewlên xwe dide bo mana di Mûsilê de, lewma jî çend meh şer jê re divênin bo rizgarkirina wî bajêrî bi temamî.
Rojnameya Independent belav kiriye ku DAIŞê li hemû milan tonêl kolandine û ew tonêl pir dirêj in.




