Serokwezîr beşdarî di merasima sersaxiyê ya Qadir Cebarî de kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 13.11.2016ê, hev rê digel wezîrê navxwe, wezîrê ewqaf û karûbarên olî û berpirsê fermangeha têkeliyên derve, beşdarî di merasima sersaxiyê ya xwedêjêrazî Qadir Cebarî de kir.
Serokwezîr sersaxî li malbata xwedêjêrazî Qadir Cebarî kir û hvî xwest ku Xwedayê mezin sebir û tehemulê bide û xwedêjêrazî jî bi buheştê şad bike.
Nêçîrvan Barzanî behsa xebat û tekoşîna xwedêjêrazî Cebarî li serdem şoreşê, xebta çiya, û li nav parlamentoyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî serkeftî hemû wezîfeyên xwe bicî kirine.
Weke tê zanîn xwedêjêrazî Qadir Cebarî di qonaxên cuda yên jiyana xwe de gelek berpirsiyarî wergirtine weke; endamê komîteya merkezî ya Partiya Sosiyalîsta Kurdistanê, endamê parlamentoya Kurdistanê û wezîrê edaletê di kabîneta berê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Cebarî, roja 12.11.2016ê li bajarê Hewlêrê wefat kir.




