Patriyakê Aşûrî serkeftinên Pêşmerge li Deşta Neynewa bilind nirxand

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de Patriyakê Kilîseyên Rojhilatî yên Aşûrî li Cîhan û Iraqê, Partriyark Gorsîsê Sêyemê Silêwe serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Deşta Neynewa bilind nirxandin.
Îro piştî nîvro 13-11-2016, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Patriyakê Kilîseyên Rojhilatî yên Aşûrî li Cîhan û Iraqê, Partriyark Gorsîsê Sêyemê Silêwe û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê nîşan da û mêrxasî û serkeftinên Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û spasiya Kurdistanê kir li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo koçberên Xristiyan.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê da zanîn ku ew berdewam hewl didin bo bihêzkirina kiltura pêkvejiyan û wekheviyê li navçeyê û tekez kir Herêma Kurdistanê şanaziyê dike bi vê pêkvejiyana olî û netewî ya ku li Kurdistanê heye û hêvî xwest ku ev pêkvejiyan li hemû Iraq û navçeyê belav bib, ji ber ku mînakeke pir xweşik nîşanî hemû cîhanê dide.




