Mûsil.. Artêşa Iraqê taxa Sedam kontrol kir

Mûsil-KDP.info- Hêzên artêşa Iraqê li nava bajarê Mûsilê pêşdikevin û taxa Sedam Husên ji destê terorîstên DAIŞê derxistin.
Nûçegihanê BBC ku ligel artêşa Iraqê ye di nava Mûsilê de ragihand ku taxa Sedam Husên jî ket bin destê hêzên Iraqê de û ew hêz niha dikarin çemê Diclê û taxên din ên Mûsilê bibînin.
Li gorî wî nûçegihanî, şer û pevçûn û topbaran li nava bajêr berdewam dike.
Tê zanîn ku heta niha hêzên Iraqê gelek taxên Mûsilê ji destê DAIŞê derxistine û xelkê wan taxan koçberê Herêma Kurdistanê bûne.




