10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gotara Trump: Emê xewna Amerîka zindî bikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Namzedê Komarparêzan di hilbijartinên Amerîkayê de Donald Trump got, ew dê bibe Serokê hemû welatiyên Amerîkayê û ewê xewna Amerîkayê zindî bikin.

Di hilbijartinên ji bo serokatiya Amerîkayê de, li gor encamên nefermî piştî ku namzedê Komarparêzan Donald Trump weke Serokê nû yê Amerîkayê hat hilbijartina derbasî navenda hilbijartinê ya bajarê New Yorkê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokê helibijartî yê Amerikayê Donald Trump piştî serketina xwe ragihand ku namzeda demokrat Hillary Clinton pîrozbahiya wî kiriye û herweha tekez kir ku ewê ji bo xelkê amerîka kar bike.

Trump di gotara xwe de peyama yekîtiyê da û wiha got: “Ez vê soza niha dixwazim bidim her welatiyên Amerîkayê. Ezê êdî bibim Serokê tevahiya Amerîkayan. Divê êdî em bibin yek beden. Li wî welatî potansiyeleke gelek mezin heye. Emê nexweşxane, rê, tûnelên xwe jinûve ava bikin. Emê bihvre bixebitin.”

Serokê nû yê Amerîkayê anî ziman ewê xewna Amerîkayê zindî bikin û wiha domand: “Me planeke mezin a aboriyê heye. Emê dûqatên din mezintir bibin. Welatên bixwazin bi me re peywendiyên baş danin emê peywendiyên xwe bi wan re baş bikin. Amerîka dê ya herî baş bike. Ez dixwazim vê peyamê bidim cîhanê. Emê pêvajoyê bi awayekî dadperwer birêve bibin û emê hewla zemîneke hevbeş bidin. Emê xwe ji pevçûnan dûrbixin û hewlên hevkariyê bidin. Bêguman berjewndiyên me dê pêşîmercbin.”

 

Nûçeyên têkildar